Leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û bajarê Neyreb di destê çeteyan de ye

Rêjîma Sûrî li Idlibê karwanekî dewleta Tirk kir Armanc, 10 leşkerên dewleta Tirk hatin kûştin û birîndarkirin. Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî ragihan ku ji bo nîqaşkirina rewşa Idlibê wê şandeyek Rusî serdana Tirkiyê bike û teqez kir ku hîn ne xuyaye civîna çar alî ya 5’ê Adarê were lidarxistin an na.

Hêzên Rejîma Sûrî Karwanekî Dewleta Tirk kir armanc û di encamê de nêzî 10 kuştî û birîndarên Artêşa Tirk çêbûn û gelek maşîneyên wê şewitîn.

Dezgehên ragihandinê yên Tirkiye ragihand ku 17 leşkerên dewleta tirk li Idlibê hatine kuştin.

Pişt bidestxistina herêma Neyrebê ji aliyê komên çete yên dewleta tirk ve, şer û pevçûnên giran li vê herêmê rû didin.

Hêzên Rêjîma Sûrî gundê Mar-zyeta, bajarokê Maret Herma, ME’r Temater, ME’r Tesîn û Um Seyr ên gundewarê Idlibê kontrol kirin.

Erdogan: Ti lihevkirin ji bo civîna çar alî ya 5’ê Adarê nehatiye kirin

Derbarê rewşa li Sûriyê, Kirîmlinê ragihand ku ji bo lidarxistina civîna çar alî ya 5’ê Adarê di navbera Rûsya, Tirkiye, Fransa û Almanya de, Rûsya ti xebatan nake.

Serokomarê Tirkiye Erdogan jî ragihand ku ji bo lidarxistina civîna çar alî, ti lihevkirin nehatiye kirin.

Erdogan eşkere kir ku dibe roja 5’ê adarê ew bi serokê Rûsyayê Vladîmêr Pûtin re bicive û teqez kir ku ji bo rewşa li Idlibê, biryar e sibe çarşemê şandeyeke Rûsî bigihêje Enqerê.

Sergey Lavrov: em ê nehêlin terorîstên li Idlibê bên bêgunehkirin

Têkildarî wê jî, Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ” Em ê li dijî hewldanên bêgunehkirina terorîstên ji aliyê Konseya Ewlekariyê ve, bisekinin.

Back to top button