Elawî: Li dijî avakirina hikumeta wî, pîlan tên kirin

Serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Tewfîq Elawî ragihand ku ji bo binxistina avakirina hikumeta nû, pîlan tên kirin û pere bo parlementeran tên dayîn.

Serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Tewfîq Elawî diyar kir ku wezareta nû wê ji aliyê wezîrên serbixwe û destpak ve werin birêvebirin û rêya diziyê di wezaretan de tê birîn, ji ber vê yekê avakirina hikumetê tê astengkirin.

Biryar e civîna Parlementoyê ji bo dengdana li ser hikumeta nû, sibe roja çarşemê civînek were lidarxistin.

Serokê hikumetê li ser Tweeterê jî teqez kir ku hikumet wê destekê bide lidarxistina hilbijartinên pêşwext.

Her weha çavkaniyekê ji Parlamentoya Iraqê ragihad ku wê îro şandeyeke Hikumeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî, ji bo guftûgokirina avakirina hikûmeta nû, serdana Bexdayê bike.

Li aliyekî din jî lîderê Şî’a Muqteda El-Sedir duh ragihand ku ew destekê dide erkdarkirina Elawî weke serokê hikumetê.

El-Sedir teqez kir ku bêyî wî, ti hikumet li Iraqê nayê avakirin.

Lê çavdêr dibînin ku civîna dengdanê ya Parlementoyê, ji ber nebeşdarbûna tevaya parlementeran, dibe ku neyî lidarxistin, di demekê de ku hewldanên lihevkirineke siyasî li ser hikumetê tên kirin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button
Close
Close