Berdevkê Êla El-Agîdat a Dêra Zorê Silêman El-Xelef destwerdanên derve di axa Sûriyê de red kir û banga diyaloga Sûrî-Sûrî kir.
Berdevkê Êla El-Agîdat a Dêrazorê Silêman Hemade El-Xelef dest nîşan kir ku divê çareseriya siyasî ji tevahiya pêkhateyên Sûriyê re rêzdar be.
Silêman Hemade El-Xelef çareseriya siyasî û diyaloga Sûrî-Sûrî re weke tekane rêya çareseriyê bi nav kir.
Silêman El-Xelef bîr xist ku bi diyalogan, dikare rê li pêşiya dagirkirina herêmên din yên Sûrî were girtin.
Berdevkê Êla El-Agîdat a Dêra Zorê banga destpêkirina diyalogan di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê û bi tevlîbûna hemû pêkhateyên Sûriyê kir.