Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, der barê tecrîda li Îmraliyê serî li Komîteya Şopandin û CPT’yê dan û daxwaz ji CPT’î hat kirin ku encamên serdana xwe ya 2019’an aşkere bike.
Parêzeran di serlêdanê de binpêkirinên mafan yek bi yek rêz kirin.
Parêzeran diyar kir ku di 3 mehên dawî yên sala 2019’an de, her carê 4 parêzeran serlêdan dikirin û bi giştî 108 hevdîtinên parêzeran bêbersiv mane.
Di serlêdanê de hatiye destnîşankirin ku pêwendiya Ocalan û her sê girtiyên din a bi cîhanê re bi temamî hatiye qutkirin û Mafê wan yê tenduristî, parastin û ragihandinê hatine astengkirin.
Parêzeran di dawiyê serlêdanê de diyar kirin ku ji bo binpêkirinên mafan ji holê rabin divê pêvajoyeke şopandinê ya çalak dest pê bike.