
Piştî herdu aliyên şer ên Lîbyayê danûstandinên xwe yên siyasî li Cinêvê rawestandin, Parlamena bi ser Artêşa Niştimanî ve, 12 mercên tevlîbûnê ragihand.
Parlamena Lîbî diyar kir ew ê beşdarî civîna bê nebin, ji ber şandeya NY ya li Lîbyayê li ser her 13 nûnerên wan erê nekir.
Lê Meclisa Dewletê ya hikumeta Wîfaqê ragihand ew ê li benda pêşketinên danûstandinên leşkerî bimînin.
Di nava mercên parlamenê de, jihevxistina komên çete û komên bi ser Wîfaqê ve û tenê çek di destê Fermandariya Giştî ya Artêşa Niştimanî de bin.
Her wekî avakirina Mecliseke Serokatiyê, hikumeteke Niştimanî û hilbijartên parlamenî û serokatî jî hatin xwestin.
Piştî civînên danûstandinên leşkerî bo agirbestê, tê payîn, forumeke siyasî Lîbî sibe li Cinêvê were lidarxistin.