Li Elmanyayê êrîşkarekî bi wesayitê da nav karnavalê, 52 kes birîndar bûn

Li bajarokê Volkmarsen yê Elmanyayê, di dema merasîma karnavalê de êrişek bi wesayitan pêk hat. Di encama êrîşê de 52 kes birîndar bûn ji wan 18 zarok in.

Elmanekî 29 salî bi wesayita xwe da nava merasîma karnavalê, di encamê de 52 kes birîndar kirin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê polîs û rayedarên Elmanî ve hatin dayin, rewşa çend ji birîndaran giran e.

Berdevkekî polîsan diyar kir ku yê êrişkar hate binçavkirin û lêpirsîn da destpêkiirn.

Piştî vê bûyerê karnavalên li Elmaniya hemû hatin betalkirin.

Back to top button