HRE: Li navçeya Şêrawa 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê li navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kir û di encama çalakiyê de 2 leşkerên dagirkeriya dewleta Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyê de daxuyaniyek da û ev agahî da:

24ê Sibatê li nêzî gundê Birc Heyder yê navçeya Şêrawa hêzên me li hemberî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin.

Di encama çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku heman rojê dewleta Tirk da dagirker herêm topbaran kir.

Ji ber topbaranê sivîlek şehîd û 2 jî birîndar bûn.

Her wiha balafirên şer û yên keşfê li ser herêmê firiyan.

Back to top button