Sergey Lavrov: Wê bi terorîstên li Idlibê re ti agirbest pêk neyê

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku pêkanîna agirbestekê bi çeteyên li Idlibê re tê wateya xweradestkirinê û ev yek nakeve çarçoveya parastina mafên mirovan de.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî ragihand ku ji bo nîqaşkirina rewşa Idlibê wê şandeyek Rûsî serdana Tirkiyê bike û teqez kir ku hîn ne xuya ye civîna çar-alî ya 5’ê Adarê were lidarxistin yan na.

Bi pêşketinên rejîma Sûrî li Idlibê û gurbûna şer re, nakokiyên navbera Rûsya û dewleta Tirk de jî kûrtir dibin.

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku bi çeteyên li Idlibê re wê ti agirbest pêk neyên û divê civaka di tunekirina van çeteyan de xwedî rol be.

Lavrov agirbest bi xweradestkirinekê bi nav kir û wiha got:

Axaftinên derbarê pêkanîna agirbestekê bi terorîstên li Idlibê re nakeve çarçoveya parastina mafên mirovan de û tevgera van terorîstan zêdetir dike.

LAVROV: DIVÊ CIVAKA NAVDEWLETÎ BUHANEYAN JI KIRYARÊN TERORÎSTAN RE NEBÎNIN

Lavrov bang li civaka navdewletî jî kir ku di tunekirina çeteyên li Idlibê xwedî rol bin û divê hincetên ji kiryarên wan re nebînin.

Duh jî Lavrov teqez kiribû ku ewê li dijî hewldanên bêgunehkirina çeteyên li Idlibê bisekinin.

KREMLIN: RÛSYA JI BO CIVÎNA ÇAR-ALÎ TI XEBATAN NAKE

Derbarê rewşa li Idlibê de, Kirîmlinê ragihand ku ji bo lidarxistina civîna çar alî ya 5’ê Adarê di navbera Rûsya, Tirkiye, Fransa û Almanya de, Rûsya ti xebatan nake.

ERDOGAN: TI LIHEVKIRIN JI BO CIVÎNA ÇAR-ALÎ NEHATIYE KIRIN

Serokomarê Tirkiye Erdogan jî ji aliyê xwe ve ragihand ku ji bo lidarxistina civîna çar alî, ti lihevkirin nehatiye kirin.

Erdogan eşkere kir ku dibe roja 5’ê Adara bê ew bi serokê Rûsyayê Vladîmêr Pûtin re bicive û destnîşan kir ku ji bo rewşa li Idlibê, biryar e sibe şandeyeke Rûsî bigihêje Enqerê.

Back to top button