Vîrûsa Corona ..li Bakûrê Sûrî desteya tenduristiyê tedbîran digre

Ev vîrûsa ku li ciranên Sûrî belav bûyî, êdî metirsiya derbasbûna wê ya li herêmê jî bi xwere dide çêkirin.

Ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa Coronayê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîran digirin.

Rêveberê têkiliyên Dergeha Sêmalka Baz Ehmed li ser xebatên tedbîrên ku wergirtine axivî û wiha got:

Di çarçoveya tedbîrên ji bo pêşîgiritina vîrusê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cîhaz û pêdiviyên taybet hatine pêşkêşkirin.

Ev tedbîr niha li tevahî dergehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin.

kesên ji Başûrê Kurdistanê tên, bi rêya cîhazê kontrola pileya germahiya laşê wan tê pîvan.

Li herêma Firatê jî Desteya Tenduristiyê hemleyeke hişyariyê da destpêkirin li ser çawaniya parastina ji vîrusê.

Heta niha ti vîrûs li herêmê ne hatiye tespîtkirin.

Back to top button