Serokê Misirê yê berê Hisnî Mûbarek koça dawî kir

Îro serokê Misirê yê berê Hisnî Mûbarek di temenê xwe yê 91 salî de ji ber nexweşiyê, koça dawî kir.

Serokatiya Misirê bi daxuyaniyekê îro ragihand ku serokê Misirê yê beriya Mihmed Mursî, Hisnî Mûbarek koça dawî kiriye.

Hat ragihandin ku sibe piştî nimêja nîvroyê wê Mûbarek bi merasîmeke leşkerî li goristana malbata Mubarek li herêma Miqtem li rojhilatê paytexta Misirê Qahîrayê bê veşartin.

Serokatiya Misirê ji ber mirina Mûbarek 3 roj şênî ragihand.

Kurê Hisnî Mûbarek, Ala Mûbarek diyar kir ku rewşa bavê wî ya tendurîstî vê dawiyê pirr xerb bû û li nexweşxaneyê beriya ku wefat bibe, di bin çavdêriyeke asê de bû.

Di encamê xwepêşandanên ku sala 2011’an li Misirê li dijî desthilatdarê pêk hatin, Hisnî Mûbarek dest ji desthilatdariyê berda.

Desthilatdariya Mûbarek li Misirê 30 salî dom kiribû.

HISNÎ MUBAREK

SALA 1928’AN JI DAYÎK BÛYE

SALA 1950’Î JI FAKULTEYA LEŞKERÎ YA ESMANÎ DERÇÛYE

1972’AN BÛ FERMANDARÊ HÊZÊN ESMANÎ

SALA 1973’AN SERKÊŞIYA HÊZÊN ESMANÎ DI ŞERÊ LI DIJÎ ÎSRALÎLÊ DE KIR

1981’Ê PIŞTÎ KUŞTINA SADAT BÛ SEROKÊ MISIRÊ

11’Ê SIBATA 2011’AN JI BER XWEPÊŞANDANAN DEV JI DESTHILATÊ BERDA

BI TAWANA KUŞTINA XWEPÊŞANDERAN SALA 2012’AN HUKMÊ MUABED LÊ HAT BIRÎN

SALA 2017’AN HAT BÊGUNEHKIRIN Û BERDAN

Back to top button