Dewleta Tirk li Efrînê sînorê dagirkeriya xwe berfireh dike

Bi nêzkbûna Salvegera 2. a dagirkirina Dewleta Tirk û çeteyên wê ji kantona Efrînê re, dewleta Tirk a dagirker hewl dide sînorê dagirkeriya xwe berfireh bike û lêkirina dîwarê parçekirinê dewam dike.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dewleta Tirk sînorê dagirkeriya xwe ji aliyê gundê Baliya yê navçeya Bilbilê zêdetirî 315 metre berfireh kir.

Li gundê Zereh yê navçeya Bilbilê jî zêdetirî 365 metre ji axa navçeyê qut kir û tevlî sînorê dagirkeriya xwe kir.

Her wiha nêzî 250 metre ji çiyayê Gir qut kir.

Bi vê yekê gundê navborî zêdetirî 800 metre dûrî sînorê dagirkeriya dewleta Tirk bû, lê niha kêmtirî 400 metre ye.

Di encamê de dewleta Tirk gelek mal û erdên şêniyên resen desteser kirin.

Li gundê Penêreka yê navçeya Reco dewleta Tirk a dagirker lêkirina dîwarê parçekirinê didomîne û dewleta Tirk hewl dide ku rêya dîwar biguherîne û erdên din tevlî sînorê dagirkeriya xwe bike.

Back to top button