Li dijî biryara Emerîka û qedexeya li ser PKK’ê 1’ê Kanûnê xwepêşandan li tevahiya cîhanê tên lidarxistin.
Dîwana Hevserokatiyê ya Kongra Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna meş û mîtîngan kir.
KCKD-E di daxuyaniya xwe de biryara Emerîka ya li dijî pêşengên PKK’ê û qedexeya li ser PKK’ê bi bêhiqûqiyê bi nav kir û got:
“Dewamkirina qedexeya li ser PKK’ê tê wateya astengkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn.”
KCDK-E’yê ji bo çalakiyên 1’ê Kanûnê jî ev bang kir:
“Em bang li Kurdistanî û dostên wan dikin ku li dijî qedexe û komployê xwedî li xwe derkevin û 1’ê Kanûnê li her deverê dakevin qadan.”