Dagirkeriya Tirk 3 Hezar û 740 ji malbatên çeteyan li Efrînê bi cih dike

Di çarçoviya guhartina demografîka Efrînê de dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 3 hezar û 740 malbatên xwe li herîma Efrînê bi cih kiriye. er wiha çeteyan sê şêniyên temen mezin jî revandin.

Torê çalakvanên Efrînê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di nava 10 rojên dawiyê de 3 hezar û 740 malbtên çeteyên xweli gundewarên Efrînê bi cih kirin.

ÇETEYAN 3 KAL JI GUNDÊN NAVÇEYA MABATA REVANDIN

Torê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji gundê Dela yê navçeya Mabata şêniyên kurd yên bi navê Ehmed Izo (75), Emîn Hemûdî (75) û Lewend ê (70) salî bi tewana berê li gel rêveberiya xweser kar dikirin, revandin.

20’ê Sibatê jî çeteyan ji heman gundî 5 kes revandibûn û ji bo berdana wan 150 hezar L.S xwestibûn.

Back to top button