Li Bexdayê 2 Xwepêşandêr hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn

Di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de û di encamê de 2 sivîl hatin kuştin û 15 din jî birîndar bûn.

Îro li qada Xelanî ya paytexta Iraq Bexdayê di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlehiyê de, pêvçûn derket.

Hêzên ewlehiyê gule û bombeyên gazê bikar anîn.

Di encamê de 2 sivîl hatin kuştin û 15 din jî birîndar bûn.

Her wiha ji ber metirsiya belavkirina vîrûsa Coronayê Lîderê tevgera El-Sedirîn Muqteda El-Sedir banga xwe ya derbarê derketina li xwepêşandanan, taloqe kir.

Back to top button