LI DIJÎ TECRÎDKIRINA OCALAN DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIR

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan ji roja 27’ê Mijdarê dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan bikin.

Di daxuyaniya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê de wiha hat gotin:

Rêber Ocalan 20 sal in bi rengekî ne insanî hatiye tecrîdkirin.

Rêberê me bi hewldaneke mezin pêvajoya aştiyê da destpêkirin.

Lê faşîzma AKP’ê li dijî vê yekê derket û dest bi dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan kir.

Bi vê yekê xwest destkeftiyên Kurdan ji holê rake.

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê em careke din dibêjin ku şert û merc çi dibin bila bibin, em bi Rêberê xwe re ne.

Ji bo wê em ji siba de 10 rojan dest bi girava birçîbûnê dikin.

Em bang li gelên xwe yên li Tirkiye û Kurdistanê dikin ku li dijî tecrîda li ser Rêberê me têkoşîna xwe bilind bikin.

Leave a Reply

Back to top button