Li Çînê 52 kes mirin û li Koreya Başûrî 406 rewşên nû

Li Çînê, jimara qurbanên coronayê 2 hezar û 700 kes derbas kir û di nava 24 saetan de 52 kesên din jiyana xwe ji dest da.

Komîteya Tenduristiya Niştimanî ragihand ku jimara kesên nû pêketî jî gihaşt 406 kesî, 401 ji wan li parêzgeha Huobi ne.

Li Koreya Başûrî jî îro desthilatên tenduristiyê ragihand ku ji duh heya niha 169 rewşên nû hene û yekî jiyana xwe ji dest da.

Her wekî diyar kir ku leşkerekî Amerîkî jî li wir pê ketiye.

Li gorî Navenda Koreyî ya Kontrolkirina Nexweşiyan, heya niha 11 kes mirine û hezar û 146 kes nexweş in.

Back to top button