Artêşa Niştimanî droneke Tirkî li Başûrê Terablusê anî xwarê

Artêşa Niştimanî ya Lîbî, droneke Tirkî li Terablusa paytext xist xwarê. Rûsyayê jî, ragihand ku hê dî misoger bûye ku dewleta Tirk çeteyan ji Sûriyê vediguhezîne Lîbyayê.

Fermandariya Giştî ya Artêşa Niştimanî diyar kir ku parastina asmanî drona Tirkî ya ji cureya “Bêriqdar” li başûrê Terablusa paytextê anî xwarê.

Li gorî Fermandariyê, dron dixwest hin deverên artêşê bike armanc û bi moşekan barkirî bû.

Berî du rojan jî, Artêşa Niştimanî ya Lîbî hatina çek û alavên leşkerî yên Tirkî ku derbasî beravê Misratayê bûn, teqez kir.

RÛSYA: MISOGER BÛYE KU DEWLETA TIRK ÇETEYAN VEDIGUHEZÎNE LÎBYAYÊ

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov jî, îro, ragihand ku Rûsya li ser raporên tîma pisporên Meclisa Ewlehiyê yên der barê veguhastina çeteyan li Lîbyayê bi alîkariya dewleta Tirk de misoger kir.

Li aliyekî din û tevî parlamena Lîbî ya bi ser Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ve, beşdariya xwe rawestandiye jî, îro tê payîn ku danûstandinên siyasî yên Lîbî-Lîbî li Cinêvê werin lidarxistin.

Back to top button