Kongreya ku du rojan domiya; piştê sondxwarinê bidawî bû

Kongreya 8`an a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê bi hilbijartina hevserokên nû û endamên Meclisa Giştî ya partiyê bi dawî bû.

Kongere bi dirûşmeya “Bi yekitiya demokratîk re em dagirkeriyê tune dikin, Rêveberiya Xweser pêş dixin û Sûriyeyek demokratîk ava dikin” li bajarokê Rimêlanê bi dawî bû.

Kongre du rojan li dar ket, duh di encama hilbijartina hevserokên nû Enwer Muslim û Eyşe Hiso wek hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin.

Her wiha hejmara endamên Meclisa Giştî ya partiyê ji 49 endaman kirin 90 û endamên Desteya Rêveber li şûna 13 kirin 20.

Ji wan 41 endamên herêma Cizîrê, 18 endamên herêma Firatê, 14 endamên herêma Efrînê, 6 endamên bajarê Helebê, 9 endamên Ewropa, endamek Lubnan û endamek ê Îmaratê û 7 endaman wek Komîteya Displînê hatin hilbijartin.

Kongre duh di saetên şevê de bi sondxsarina hevserokên û endaman bi dawî bû.

Back to top button