Ciwanekî ku dixwest erebeyeke Pentagonê biteqîne, hat girtin

Ciwanekî ku dixwest erebeyeke çar-palder li rawestgeha erebeyên Wezareta Parastinê ya Amerîkî biteqîne, hat girtin.

Dozgerê Giştî yê welayeta Virginia duh ragihand ku Ciwanê bi navê Matthew Demetret Richardson ê 19 salî hewl dida bi paçekî agir bi erebeyeke Land Rover 2016 ve xîne.

Ev kes ji aliyê efserekî polîsa parastina Pentagonê, di dema dewriyeke polîsê de hate girtin.

Richardson duh li pêşberî dadgehê rawestiya û mukur hat wî dixwest erebeyê biteqîne.

Eger ev kes hat tawanbarkirin jî, wê 5 sal hikum lê werin birîn.

Back to top button