Îro li Cinêvê civînek berfireh der barê tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dadgehkirin çeteyên DAIŞ`ê de tê lidarxistin.
Civîn bi amadebûna şandeyeke ji Bakur û Rojhilatê Sûrî, li gel akademîsyen, Saziyên Civaka Sivîl û nûner û balyozên dewletên Ewropayê, tê lidarxistin.
Nûçegihanê me ragihand ku civîn wê der barê projeya Rêveberiya Xweser, çareserkirina aloziya Sûrî û dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê de be.
Şandeya Rêveberiya Xweser ji Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Çiya Kurd, berdevkê QSD’ê Kîno Gabriyêl û Endama Desteya Partiya Yekîtiya Suryanî Nezîra Kûriya û gelek kesayetên din pêk tê.
Tê payîn ku civîn 2 rojan bidome.