Li paytexta Hindistanê Delhî, di encama pevçûnekê di navbera Hindos û Misilmanan de, 13 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li taxên bakur-rojhilatê Delhî ya Nû, di pevçûnê de keviran, şûr û çek jî hatin bikaranîn.
Li gorî medya Hindistanê, gelek avahî, kargeh û wesayit hatin şewitandin û êriş li dijî rojnamevanan jî pêk hat.
Li gorî ajansa Trûst of Îndîa, di bûyeran de, 13 kesî jiyana xwe ji dest da ku yek jê polîs e û zêdeyî 150 kes jî birîndar bûn.
duh li Hindistanê, pevçûn di navbera polîs û xwepêşanderan de qewimî. 5 kesan jiyana xwe ji dest da.
Qanûna hemwelatîbûnê, ji bo kesên ne misilman ên ku ji Pakistan, Efxanistan û Bengladeşê penaberî Hindistanê bûne, ye.