Li herêma Firatê pêngava çandina daran dest pê kir

Bi dirûşma “Bi hev re em daran biçînin” Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ya herêma Firatê dest bi kampanyaya çandina daran kir.

Endamên karmendên hawîrdorê li taxa Şehîd Serhed ya Kobanê dest bi çandina daran kirin.

Dar wê li her sê deriyên têketina bajarê Kobanê, rêya Heleb, rêya Cerablus û ya Hilincê jî werin çandin.

Darên ku têne çandin, bi piranî daristanî mîna sewlî, merx û darên xemilandinê ne.

Tê payîn ku wê 20 hezar şitilên daran werin çandin.

Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê plan dike ku 3 şitilgehan li ser asta kantona Kobanê li bajarokê Bender, navçeya Şêran û bajarokê Sirînê ava bike.

Back to top button