Dewleta Tirk bi “ÇEKA AVÊ” li dijî kurdan şer dike.

Dagirkeriya dewleta tirk ji aliyekê li herêma Cizîrê avê li ser Hesekê û Til temirê qut dike, ava Efrînê jî didize û dibe Entabê.

Malpera el Monîtor bi raporekê, balkişand li ser vê rewşê û got:

Çeteyên dewleta tirk bi “çeka avê” li dijî kurdan şer dikin.

Çeteyên dewleta Tirk bi “çeka avê” li dijî Kurdan şer dikin..

Çeteyan av ji ser stasyona Elok a Serê Kaniyê qut kiriye.

Ev stasyon avê dide 460 hezar kesî, di nav de koçberên Sûrî, girtiyên DAIŞê û malbatên wan.

Malpera al-Monitor diyar kir ku, dewleta Tirk dest bi pêngaveke zextê li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrî kiriye û her û her bi hewldana xeniqandina herêmê ji aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve tê tawanbarkirin.

Li gorî Monitor, Tirkiyê van zextan weke beşekî hilweşandina projeya Rêvberiya Xweser dide meşandin.

Hevseroka Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed ji malperê re diyar kir ku 24ê Sibatê, çete derbasî stasyonê bûn, av qut kirin û karmendên li wir derxistin.

Dagirkeriya dewleta tirk ku li herêmê avê qut dike, li Efrînê jî vê carê avê didize.

Dewleta tirk, ava Meydankê didize û derbasî Dîlokê dike.

Pispor û profesorê Zanîngeha Lyon 2 a Fransî Fabrice Balanche ji al- Monitor re got:

Tirkiye ji berê de, av weke çekekî li dijî Sûriyê bi kar aniye û tê payîn vî şerê xwe dewam bike.

Balanche anî ziman ku, eger qutkirina avê dewam kir, wê rê li ber belavbûna vîrûsa Corona zêde bike, hingê wê karesetekê din bi ser Hesekê de were.

Li gorî pisporê Fransî, tevî hewldanên desthilatên herêmî jî, lê çawa wê bikarin ew qas kamp û zarokên tê de li beramberî vê yekê hembêz bikin.

18’ê Cotmehê, NY di raporeke xwe de anîbû ziman ku Elok di bin bomebarana dewleta Tirk dûrî xizmetê ket.

Her wekî NY û xebatkarên mirovahiyê, bang li aliyên peywendîdar dikin ku her divê stasyon di xizmetê de bimîne.

Berdevka buroya NY a Hevahengiya Karûbarên Mirovî Danielle Moylan jî ji al- Monitor re ragihand ku ew ê li ser peydakirina avê ji malbatên ziyandîtî re bixebitin.

Back to top button