HRE: Nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe ku di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bû eşkere kir.

Hêzên Rizgariya Efrînê di daxuyaniya xwe de ev tişt got,

24’ê Sibatê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Dilşêr Kefer Nasih, di encama êrişeke artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bû.

Şehîd Dilşêr, ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Ereb û Kurd bawer kir, li dijî her cure paşverûtiyê wek şervanekî bibiryar sekinî û tevlî karwana şehîdan bû.

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji mabata şehîd re xwest û soza şoandina riya şehîdan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye,

Elî Kenco bi nasnav Dilşêr Kefer Nasih, 24 Sibata 2020’an di Qonaxa 2. a berxwedana Efrînê de şehîd bû.

Back to top button