Erdogan li dijî HDP’ê ferman da darazê

Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan, piştî ji serdana xwe ya Azerbaycanê vegeriya, têkildarî Kongreya HDP’ê axivî û fermanda girtin û binçavkirinê da darazê.

Erdogan HDP ya kongreya xwe pêk anî kir hedefa xwe û wiha got:

Ma bêyî rawestin serokê partiyê tê guhertin?

Bêyî rawestin Serokên xwe yên giştî diguherînin.

Yek tê yek diçe.

Xelas nebû, dê ji niha û şûnde jî di demek nêzîk de pêk bê.

Ji ber ku dê pêvajoya vana ya bi darazê re dê pir zêde be.

Dibe ku di her kêliyê de dosyayên nû bên pêşberî darazê.

Bila nebêjin Serokomar çima ev got.

Her tiştên dike sûc e.”

Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist û got;

Dozger bi fermana lîderê partiyê tevger dike.

Bi gotinên Erdogan re oparasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’Ê despêkir, 13 kes têkildarî mijarê hatin binçavkirin.

Dê der barê van kesan de bi îhtîmalek mezin lêpirsîn bê vekirin.”

Back to top button