KCK: APOYIYAN LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ AGIRÊ RAPERÎNÊ DADAN

Hevserokatiya Desteya Rêveber KCK’ê salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê pîroz kir û got,

“Em bang li gelê xwe dikin ku li her derê rabin ser piyan û ji bo rakirina tecrîdkirina Rêber Apo, têkbirina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê têkoşînê xurt bikin.”

Hevserokatiya Desteya Rêveber KCK’ê bi wesîleya salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hevserokatiyê got,

“Em roja damezrandina partiyê li Rêber Apo, hemû hevrêyan û gelê xwe pîroz dikin û şehîdên ku em gihandine vê rojê bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin.”

KCK’ê zorî û zehmetiyên dema avabûna têkoşîna PKK’ê bibîrxist û wiha got;

“Destpêka salên 1970’î gel û neteweya me li ber mirinê bûn. Koma Apoyî dema ava bû, li dijî mêtingeriya qirker ku dixwest Kurdistanê bike qada belavbûna netewetiya Tirk, agirê raperînê dada. Bi vî rengî neteweya gelê Kurd ji ber tinebûnê rizgar kir û gihand rastiya gelekî ku ji hingî ve bi têkoşîneke destanî ji bo azadiyê bi biryardarî têdikoşe.”

KCK: BIRYARA DYA’YÊ DEWAMA KOMPLOYÊ YE

KCK’ê balişand li ser daxuyaniya Emerîka ya ji bo her 3 pêşengên PKK’ê û ev tişt anî ziman;

“Di serî de desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li Tirkiyê, hêzên dijminê azadî û demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd zêde kirine. Ev komplo mîna dewama komploya navneteweyî ye ku Rêber Apo pê dîl hate girtine. Têkoşîna me ya azadiyê ku 45 sal in rehê xwe berdaye nava kûrahiyê, wê bi israra gelê me ya ji bo jiyana azad û demokratîk teqez bi ser bikeve.”

KCK: TECRÎDÊ BIŞKÎNE, FAŞÎZMÊ TÊK BIBE, KURDISTANÊ AZAD BIKE

Hevserokatiya Desteya Rêveber KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir;

“Di serî de jin û ciwan, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li her derê rabin ser piyan û ji bo rakirina tecrîdkirina Rêber Apo, têkbirina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê têkoşînê xurt bikin.”

Leave a Reply

Back to top button