Rêjîm gefên Erdogan paşguh dike û bi pêş dikeve

Rêjîma Sûrî êrîşên xwe li Idlib, Heleb û Hemayê didomîne. Çeteyên dewleta tirk a dagirker jî Tirk êrîşên xwe ber bi bajarê Seraqib a Idlibê zêde kiriye û nêzîkî bajêr dibe.

Di 14’ê sibatê de, serokkomarê Tirkiyê Erdogan, dem dabû rêjîma Sûrî ku heya meha sibatê xwe ji herêmên li Idlib û Helebê ku tê de pêş ketibûn, vekişe.

Lê di van 12 rojan de rêjîma Sûrî 86 herêmên nû li Heleb, Idlib û Hemayê bi dest xistin û hê jî pêşketina xwe didomîne.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan, di vê demê de 552 sivîl jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 300 hezar jî koçber bûne.

Di êrîşên herî dawî di navbera rêjîma Sûrî û komên çete de li Heleb, Idllib û Hemayê,13 leşkerên rêjîmê hatin kuştin û 37 ji çete û sivîlan jî hatine kuştin.

Bi armanca kontrolkirina bajarê Seraqib ya Idlibê jî, Komên çete bi desteke hêzên Tirkî êrîşên xwe li rojhilatê Idlibê didomîne û tenê 3 KM mane ku bigihêjin bajêr.

Back to top button