Hunermendê Kurd Seîd Yûsif koça dawî kir

Mîrê Bizqê Hunermendê Kurd Seîd Yusif îro di temenê xwe yê (74) de koça dawî kir.

Îro hunermend û muzîkjenê Kurd ê bi nav û deng Seîd Yusif(74) di nexweşxaneyeke Tirkiyê de koça dawî kir.

Hunermend Seîd Yusif ji beriya çend mehan ve li nexweşxaneyeke Tirkiyê dihat dermankirin.

Seîd di sala 1947`an li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye û ji 18 saliya xwe dest bi hunerê kir û bi sedan stran çêkirin.

Hunermendê Kurd Seîd Ysif piştî muzîkjenê navdar Mihmed Abdulkerîm wefat kir, bi(Mîrê bizqê)hate naskirin.

Seîd Yusif ji ber xebatên xwe yên hunerê gelek xelat wergirtine.

Ji xelatên ku wergirtine :

sala 1973 ji aliyê Rêxistina Çand û Hunerê ya UNSCOyê ve li Parîsê hatiye xelatikirin.

Li paytexta Sûriyê, li Şamê jî 4 çaran hatiye xelatkirin.

Back to top button