LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ ERDHEJ LI GORÎ AGAHIYÊN DESTPÊKÊ 634 KES BIRÎNDAR BÛN

Şeva din li bajarê Kirmaşanê erdhejek bi pileya 6.4 û 10 kîlometre di kûrahiya erdê de pêk hat.

Li gorî agahiyên despêkê ji ber erdhejê 634 kes birîndar bûne.

Erdhej li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê, Îran, Başûrê Kurdistanê, Iraq û Kuwêytê bandora xwe kir.

Li gorî agahiyên despêkê yên Zanîngeha Zanistî ya Bijîşkên Kirmaşanê û Heyva Sor ragihandî ye 634 kes birîndar bûne û ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyan.

Rewşa hin birîndaran jî giran e.

Ji şeva din heya vê kêliyê 150 erdhejên biçûk pêk hatine.

Lê heta niha têkildarî zirar û ziyanan ti agahiyeke fermî ne hatiye belavkirin.

Li gorî agahiyên nefermî jî tê gotin ku li herêmên ku erdhej li wan pêk hatiye zêdeyî 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di 12’ê Kanûna 2017’an de jî erdhejek bi şîdeta 7.3 li heman navçeyê pêk hatibû û zêdeyî hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Leave a Reply

Back to top button