Efserekî rejîma Sûrî li Girê Spî hat kuştin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, duh bi şev êrîşî nuqteyên rejîma Sûrî li Girê Spî kirin.

Nûçeghanê me ragihand ku, di topbarana gundê Avdiko yê li rojavayî Girê Spî de, efserekî rejîma Sûrî birîndar bû û paşê jiyana xwe ji dest da.

Li gundekê Til Temirê mayînek çeteyan teqiya
ji ber mayînê, 7 karkerên werşa kehrebeyê birîndar bûn

Li gundê Xirbet Şiîr yê Til Temirê, mayînek çeteyên dewleta Tirk, teqiya.

Di encamê de, 7 karkerên werşeya kehrebeyê birîndar bûn.

Êrîşên dagirkeriya Tirk
Gundên Şehba û Babê hatin topbarankirin

Di topbarana li ser bajarokê Şêx Îsa yê herêma Şehbayê jî, duh 2 sivîl birîndar bûne.

Her wiha Artêşa dagirker, gundê Ceble El-Hemra li rojhilatê gundewarê Babê jî topbaran kir.

Back to top button