Mismarî: Terora Erdogan, wê belavî cîhanê bibe

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê navendeke dewleta Tirk kir hedef û hejmareke leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li gorî çepemeniya Lîbî, di êrîşeke Arêtşa Niştimanî ya Lîbyayê li ser navendeke Tirkî li Terablusê, hejmareke leşkerên Tirk hatin kuştin.

Îro di axaftineke ya Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ehmed Mismarî, hat gotin ku terora Erdogan wê ji Lîbyayê belavî hemû cîhanê bibe.

Mismarî ragihand ku wan di herdu rojên dawî de, 2 dronên Tirkî li Terablusa paytext anîn xwarê, ku van dronan hewl didan derbasî asîmanê hêzên artêşê bibin.

Mismarî diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk û komên hikumeta Wîfaqê di nava 24 saetan de, 31 binpêkirin pêk anîne û avahiyên sivîlan bi topan armanc dikin.

ALMANYA: DEWLETÊN KU ÇEKAN DIŞÎNIN LÎBYAYÊ WÊ WERIN CEZAKIRIN

Ji aliyê xwe ve, îro, Wezîrê Derve yê Almanyayê, Heiko Maas, got ku hê jî hin dewlet biyara navnetewî dişkînin û çekan ji bo Lîbyayê dişînin.

Heiko Maas teqez kir ku ev dewletên çekan dişînin Lîbyayê wê werin cezakirin.

Back to top button