Amerîka, emîndarê ketîbeyan xist lîsteya terorê

Wezareta Derve ya Amerîkayê, Sekreterê Giştî yê Ketîbeyên Hizbullah ên Îraqî Ehmed El-Hemdawî, xist ”Lîsteya Terorîstên Navdewletî”.

Wezaretê diyar kir ku gelek êrîşên li dijî baregehên Amerîkî û hêzên Koalîsyonê yên li Iraqê Ketîbeyên Hizbullah ên Îraqî berpirsyariya êrîşan digirt ser xwe û eşkere kir ku planên êrîşan bi erêkirina Îranê pêk dihat.

Wezaretê teqez kir ku ev biryar wê Ketîbeyên Hizbullahê ji pêdiviyên pêwîst ji bo plankirin û pêkanîna êrîşan, bêpar bihêle.

Tê zanîn ku duh Amerîka ceza li 3 kesayet û 12 saziyên Libnanî jî, ku girêdana wan bi Hizbullahê re heye, birîn.

Back to top button