Li Gundewarê Idlibê 2 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn

Hêzên Rêjîma Sûriyê li Gundewarê Idlibê pêşdikeve, Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan diyar kir ku Hêzên Rêjîmê Çiyayê ŞhŞibo û gundewarê Başûrê Idlibê kontrol kir.

Çavdêriyê ragihan ku Rêjîma Sûriyê nuqteya leşkerên Tirk a li gundê Şêr Mexar dorpêç kir û diyar kir ku balafirên rejîma Sûrî gundewarên Idlibê topbaran kir.

Di encama topbaranê de 2 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihan ku balafirên rejîma Sûrî gundewarên Idlibê bombebaran kir.

Di encamê de 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Her wiha Rejîma Sûrî karwanê leşkerî ya dewleta Tirk a li ser rêya El-Bare Knsefra li Cebal El-Zawiyê bi mûşekan kir armanc û erebeyek lêşkerî ya Artêşa Tirk hat rûxandin.

Vê Sibehê 10 maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê bûn

Li gorî çavkaniyan vê sibehê 10 maşîneyên leşkerî derbasî nuqeteya Iştebreq ya li Idlibê bûn.

Ji destpêka meha Çileya û heta niha zêdetirî 2 hezar û 965 erbeyên leşkerî yên dewleta Tirk û 7 hezar û 800 leşker derbasî Idlibê bûne

Back to top button