TEVGERA TALIBAN 22 POLÎSÊN HIKÛMETA AFGANÎ KUŞTIN

Îroj li Afganistanê di encama kemînekê de, 22 polîsên Afganî hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Li gorî rayedarekî herêmî, termên 22 polîsan ber bi nexweşxaneya Farah ve hatin birêkirin.

Îro li Afganistanê di encama kemînekê de, 22 polîsên Afganî hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Li gorî rayedarekî herêmî, termên 22 polîsan ber bi nexweşxaneya Farah ve hatin birêkirin.

Her wiha piştî bûyerê bi demekê, tevgera Taliban berpirsyariya lidarxistina kemînê girt ser xwe.

Berdevkekî tevgerê ku navê wî Qarî Yûsêf Ehmedî ye got,

4 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku tevgera Taliban bi domdarî êrîşî hêzên ewlekariya Afganî dike.

Bi taybetî li wîlayeta Farah ku li ser sînorê Îranê dikeve û bi çandiniya madeyên hişbiriyê jî bi nav û deng e.

Tê gotin Taliban her demekê hewl dide wîlayeta Farah têxe bin kontrola xwe.

Leave a Reply

Back to top button