Ji Bo Hevserokên Partiya Yekîtîya Demokratîk (PYD) birêz Ayşe Hiso birêz Enwer Muslim
Bi minasebeta helbijartina we weke Hevserokên PYDê, em li ser navê Kongra Netewî ya Kurdistanê, we pîrozdikin û serkeftinê ji bo we dixwazin.
Rêzdaran!
Kongra we ya 8 min di demeke gelek nazik, hesas û grîng de, bi dirûşma “Bi yekîtîya demokratîk em ê dagirkerîyê têk bibin, Rêveberîya xweser bi pêş bixin û Sûrîyeke demokratîk ava bikin” pêk hat û kongra xwe bi serkeftî encam da. Em baş pê serwextin kû, li gel dirûşma kongrê, we pirsên siyasî, civakî û rêxistnî jî xistibûn rojevê û encamên baş dan. Di heman demê de pirsa xurtkirina kar û xebata yekîtîya netewî jî di rojeva kongrê de hebû û bawerîya me ewe kû kongra we biryarên bo berjewendîyên gelên kurdistanê encam dabe.
Rêzdaran
Em weke gel di pêvajoyeke gelekî hesas û girîng de derbaz dibin û jiber vê egerê pirsa pêkanîna yekîtîya netewi bo me gelekî girînge. Pêwîste em bi her awayî ji bo xurtkirina yekîtîya neteweyî û yekrêzîyê, kar û xebata xwe bi hêztir bikin û bikevin nava seferberîyê da kû em destkeftin û serkeftinê misoger bikin. Hêvîya me ewe kû bi pêşengîya we û partîya we kû xudan projeyên çareserîya siyasîye, bibe pêşeng û hevîya gelê me û gelên herêmê.
Em careke din pîrozbahîyê li we dikin û serkeftinê ji were dixwazin.
Li ser navê Konreya Neteweyî ya Kurdistanê