Jineke Şengalî li Almanyayê hat kuştin

Di demekê de ku jin amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê dikin, li Dortmûndê beriya 2 rojan Jineke Şengalî ji aliyê zilamê pê re zewicî ye hate qetilkirin.

Olanîa Çendy dayika 4 zarokan ji şengalê ye.

Li Dortmûndê beriya 2 rojan di seatên êvarê de ji aliyê zilamê xwe ve hat qetilkirin.

Tevgera Jinên Kurd a Elmanyayê YJK-E doh daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:

Hîn birîna jinên Şengalê yên ku ji aliyê DAÎŞ’ê hatibûn qetilkirin û firotin, nehatiye jibîrkirin li navenda Ewropayê jineke ji Şengalê hatiye qetilkirin.

Hêrsa me ya li hemberî feraseta mêr zêdetir bûy e. Ji bo ku jin neyên qetilkirin em soza xwe ya têkoşînê dubare dikin.

Back to top button