Li ser sînorên Tirkiye û Sûriyê yên rojavayê navçeya Dirbêsiyê, dewiyeyeke hevbeş a hêzên dewleta Tirk a dagîrker û polîsên leşkerî yên Rûsyayê pêk hat.
Dewriyeya hevbeş ji gundê Şêrik ê 13 km li rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir.
Dewriyeya hevbeş ji 4 panzêran û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk hat.
Dewriyê gera xwe di gundên Zehir El-Ereb, Qîrwan, Kerkend, Telik, Hac Oglî û Qerman yên rojavayê navçeya Dirbêsiyê û Zirganê pêk anîn.
Dewriyê piştî gera xwe bi dawî kir, vegeriya gundê Şêrikê.
Ji wê derê jî panzêrên dewleta tirk a dagirker berê xwe dan erdên Tirkiye, û polîsên leşkerî yên Rûsyayê vegerîn baregehên xwe yên li Qamişlo.
Ev cara duyemîn e ku li ser sînorên navçeya Dibêsiyê ya kantona Hesekê, dewriyeyên hevbeş tên meşandin.