TEV-DEM:Roj roja çalakiyên ji bo Rêbertî ye

Her wiha ji partî û rêxistinên siyasî yên Kurd jî li ser mijarê daxuyanî li pey hev hatin.

TEV-DEM, KNK-Rojava, HDP û DBP Û KCDK-E têkildarê şewata li grava Îmraliyê peyam û daxuyanî hatin dayîn.

Aliya gotin, divê demildest malbat û parêzerên Rêber Ocalan biçin giravê û rewşa tenduristiyê ya Rêber Ocalan bê zelalkirin.

Bi hatina agahên derketina şewatê li Îmraliyê gelê kurd rabû ser piyan.

Partî û rêxistinên kurdî jî li hemberî bûyerê daxuyanî li pey hev dan.

Hevserokatiya TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê nivîskî banga çalakiyan li gel kir.

TEV-DEM’ê diyarkir ku şewata li grava Îmraliyê ne bûyerek ji rêzêye û divê ji bo rewşa tenduristiya Rêber Ocalan, hem şandeyên serbixe hem jî parêzer demildest biçin Îmraliyê.

TEV-DEM’ê bang gelk kir ku ji bo rewşa Rêber Ocalan dakevin qadan.

KNK-ROJAVA: DIVÊ REWŞA TENDURISTIYÊ YA OCALAN BÊ ZELALKIRIN

Komîteya Rêveber a KNK-Rojava jî bang li civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn sedema şewatê eşkere bikin û rewşa tenduristiyê ya rêber Ocalan zelal bikin.

DBP Û HDP: DIVÊ BI LEZ BI OCALAN RE HEVDÎTIN PÊK BÊ

Partiya Herêmên Demokrat û Partiya Demokratîk a Gelan DBP û HDP’ê bi daxuyaniyên cûda bertek nîşanî bêdengiya dagirkeriya dewleta tirk dan.

Partiyan diyar kir ku şewata li girava Îmraliyê fikareke mezin çêdike û destnîşan kir ku divê malbat û parêzer bi lez û bez biçine Îmraliyê û hevdîtinê bikin.

Partiyan xwestin hikûmeta Tirkiyê bi lezgînî derbarê bûyerê de daxuyaniyekê bide.

KCDK-E: JI BO OCALAN EM DERKEVIN QADAN

Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E’yê jî di daxuyaniya xwe de bang li Konseya Ewropayê û CPT kir ku li hemberê reşwa Rêber Ocalan xwedî helwestbin.

KCDK-E’yê bang gelê kurd û dostên wan yê Ewropayê kir ku dakevin qadan û li dora Rêber Ocalan bibin xelek.

Back to top button
Close
Close