Li Iraqê civîna Parlementoyê hat paşxistin

Tevî nerazîbûna Iraqiyan biryar bû ku îro ji bo dengdana li ser hikumeta Mihemed Elawî, Parlamento bicive.

Lê ji ber ku hemû aliyên siyasî, beşdar nebûn, civîn hat paşxistin.

Her wiha li bajarê Besra yê li Başûrê Iraqê jî careke din xwendekar li dijî hikûmeta Elawî, daketin qadan.

Bi mehane li dijî rewşa giştî ya li welat û erkdarkirina Mihemed Tewfîq Elawî ji bo avakirina hikûmeta nû, Iraqî bi şev û roj li qadan in.

Tevî ku Mihemed Elawî ji aliyê kolana Iraqî ve weke Serokwezîr nayê qebûlkirin, Parlementoya Iraqê ji bo dengdana li ser Hikumeta wî, biryar dabû ku îro bicive.

Hat zanîn ku di civîna ku îro saet 1 biryar bû were lidarxistin, tenê parlementerên kutleya Sairûn ya bi Serokatiya Muqtede El-Sedir, amade bibûn.

Koalisyona hêzan ku ji 50 parlementeran pêk tê, ragihand ku wê beşdarî civînê nebin û li ser hikûmetê deng nedin.

Serokê Palmentoyê Mihemed Helbûsî ku ragihandibû civîna parlementoyê nayê wateya qebûlkirina hikûmeta Elawî, civîn ji bo roja şemiyê paş xist.

Helbûsî di hevdîtineke televîzyonî de diyar kiribû ku Elawî ne serbixwe ye û ji 12 salan ve di nava pêvajoya siyasî de ye.

Derbarê hikumeta Elawî de jî, ti encam ji danûstandinên şandeya herêma Başûrê Kurdistanê li gel Koalîsyona Şî’a dernektin, ev jî tê wateya ku parlementerên başûrê Kurdistanê di civîna Parlementoyê ya dengdanê de, beşdar nabin.

Bi vê yekê jî şandeya Başûrê Kurdistanê tevlî komên siyasî yên li dijî Elawî dibe.

Di nav de wezaretên Darayî, dad û Wezareta dewletê ya karûbarên Herêmê, ku ji para kurdan in, hikumeta Elawî ji 23 wezaretan pêk tê.

Li gorî destûra Iraqê eger hikûmeta Elawî baweriyê bidest nexe, wê pêwîst be ku kesekî din were erkdarkirin.

Li aliyekî din xwendekar li bajarê Besra yê li Başûrê Iraqê careke din daketin qadan û piştgiriya xwe ya bi domandina xwepêşandanan re, nû kirin.

Xwepêşandêran diyar kirin ku eger bawerî li ser vê hikûmetê were dayîn jî ew ê hikûmeteke veguheztinê be û ji erkên wê yên yekemîn e ku hilbijartinên pêşwext pêk bîne û li vir jî wê gel nûnerên xwe diyar bike.

Back to top button