Rêveberiya Xweser deriyê Sêmalka girt

Rêveberiya Xweser ji bo pêşîgirtina vîrusa korona tedbîrên pêwîst digre. Rêveberiyê bi daxuyaniyeke ragihand ku wan ji bo tenduristiya gelên heremê heta demeke deriyê Sêmelka girtin e.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarek hevpar dan û
ragihand ku wan ji bo pêşîgirtina belavbûna Veyrûsa Koronayê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê deriyê Sêmalka hete 1’ê Adarê girtin e.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev biryar wê heta dema kontrolkirina vîrûsê û derbaskirina wê derbasdar be.

Piştê tedbîrên pêwîst wê derî bi rêya biryara hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were vekirin.

Herwiha hate ragihandin ku Rêveberiya Sivîl a Minbicê jî ji bo pêşîlêgirtina Veyrusa Koronayê li ser deriyê ketin û derketina bajêr noxteyên kontrolê yên tenduristiyê daniye.

Back to top button