Li Idlibê, 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Hewildanên komên çete yên bi desteka Tirkiyê ji bo bi destxistina herêman li Idlibê, ji aliyê rêjîma Sûrî ve tên şkandin. Di bombebaran rêjîmê de 34 leşkerên Tirk hatin kuştin. Rûsya jî dibêje ku dewleta Tirk li gorî tifaqa Sûçî tev nagere.

Şerên dijwar li derdorê bajarê Seraqib a Idlibê di navbera rêjîma Sûrî û artêşa Tirk û çeteyan de pêk hatin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, di bombebarana rêjîma Sûrî li derdora seraqiba Idlibê 34 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Her wiha balafirên şer yên rêjîma Sûrî, nuqteyeke dewleta Tirk li Cebel El-Zawiyê yê gundewarên Idlibê, bombebaran kir.

Di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn, tevî teqandina çend maşîneyên leşkerî.

LI SERAQIBÊ, 36 JI RÊJÎMÊ Û 25 JI ÇETEYAN HATIN KUŞTIN

Li gorî Çavdêriya Sûrî di van sê rojan de rêjîma Sûrî 60 gund û herêm li Idlibê bi dest xistine.

Li aliyeke din jî, vê sibehê 10 maşîneyên leşkerî derbasî nuqeteya Iştebreq ya li Idlibê bûn.

Ji destpêka meha Çile û heta niha zêdetirî 2 hezar û 965 erbeyên leşkerî yên dewleta Tirk û 7 hezar û 800 leşker derbasî Idlibê bûne.

Navenda Rûsî ya lihevanînê ya li Sûriyê, ragihand ku dewleta Tirk hê jî piştgirya çeteyên Idlibê dike û tifaqa Sûçî dişkîne.

Ev pêşketin beriya destpêkirina roja duyemîn a hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê yên der barê Idlibê de, pêk tên ku duh her du alî negihîştibûn ti lihevkirinan.

Şandeya Rûsî jî ku ji bo rewşa Idlibê serdana Enqerê kir, îro civînên xwe bi dawî kir.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku Enqere di danûstandinên bi aliyê Rûsî re li ser pêkanîna agirbestekê li Idlibê û rêgirtina li pêşiya koçberkirina komî ku pêkane pêk were, nîqaş kirin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê, Hulusi Akar, gotibû ku ew bi aliyê Rûsî re nîqaş dikin, ku rê ji balafirên Tirkî re li ser asîmanê Idlibê were vekirin.

WEZARETA DERVE YA RÛSYAYÊ:EM LI SER BANDORA ERÊNÎ YA BEŞDARBÛNA FRANSA Û ALMANYA DI DANÛSTANDINAN DE GUMAN DIKIN

Li aliyeke din, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Maria Zakharova, got ku Rûsya li ser bandora erênî ya beşdarbûna Fransa û Almanya di danûstandinên ji bo Idlibê de, guman dike.

Maria Zakharova teqez kir ku ew ji bo hemû hewildanên erênî vekirîne ger pêwîstiyeke ya wan hebe.

Back to top button