KOMEKE ÇETE MALBATEKE JI 9 KESAN DIREVÎNE

Li Efrînê kirinên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi dawî nabin.

Vê carê jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker malbateke ku ji 9 kesan pêk tê, revand.

Li aliyekî din jî beriya demekê ji ber nakokiyên navxweyî artêşa tirk beşek ji çeteyên xwe xwestibû bişêne Idlibê.

Lê piştî çeteyan ev yek qebûl nekiribûn û di navbera wan û artêşa tirk de derketibû, careke din çete vegeriyan Efrînê.

Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker di rêya komên wê yên çete re hîn berdewam in.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, komeke çete malbateke ku ji 9 kesan pêk tê ku piraniya wan jin û zarok in, revandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, piştî çend saetan çete bi malbatê re axivîne û doza $25 hezarî weke fidiyê lê kirine, da ku wan serbest berdin.

KOMÊN ÇETE YÊN TESFIYEKIRÎ VEDIGERIN EFRÎNÊ

Li aliyekî din artêşa Tirk a dagirker qaşo ji ber gendeliyê çeteyên xwe tesfiye dikir.

Lê belê şerê ku berî çend rojan rû dabû sedema wê ne ev bû.

Tenê ji bo dîsan avakirina komên çete bû da ku Tirkiye xwe bêsûc derxe û qaşo artêşa netewî ya Sûrî bi hemû tawan û binpêkirinên ku li herêma Efrînê kirine, tawanbar bike.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, piraniya koma bi navê Şuheda El-Şerqiye, bi misogeriyeke Tirkî, dîsa vegeriyan Efrînê.

Li gorî şopîneran armanca Tirkiyê, ew e ku kominan tesfiye bike û kominan ji nû ve ava û tev li hev bike, ku bikaribe wan bi hêsanî kontrol bike.

 

Leave a Reply

Back to top button