Xessan Selame: Metirsî heye ku şerê Lîbya bibe şerekî herêmî

Tevî ne amadebûna nûnerên sereke yên aliyên şer, danûstandinên siyasî yên ji bo Lîbyayê bi serperiştiya NY li Cinêvê bi rê ve çûn û bi dawî bûn.

Şanderê NY yê ji bo Lîbya Xessan Selame diyar kir ku ji ber destwerdana hin aliyên herhêmî metirsî heye ku şerê Lîbya bibe şerekî herêmî.

Di êrîşeke li dijî Balafirxaneya Miêtîqa de jî 15 leşkerên tirk hatin kuştin

Tevî ne-amadebûna nûnerên sereke yên aliyên şer, danûstandinên siyasî yên ji bo Lîbyayê bi serperiştiya NY li Cinêvê hatin lidarxistin û bi dawî bûn.

Li dirêjahiya hefteyên borî, NY nikarîbû herdu aliyan bîne ser maseya danûstandinan ku herduyan beşdariya xwe bi hinek mercan ve girêdan..

Mercê sereke jî, derxistina çeteyên dewleta Tirk ji Lîbyayê bû..

Şanderê NY yê ji bo Lîbya Xessan Selame di civîna çapemeniyê ya bidawîkirina danûstanan de ragihand ku ji ber destwerdana hin aliyên herêmê, metirsî heye ku şerê Lîbyayê bibe şerekî herêmî.

Selam diyar kir ku agirbesta li Lîbyayê lewaz e û banga rêzdariya ji bo agirbestê kir.

Selame xwest ku di rojên bê de toreke din ango tora sêyemîn a danûstandinan ji bo Lîbyayê dest pê bike.

15 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Li ser erdê jî di saetê sibehê de li dijî navendên li Balafirxaneya Miêtîqa ya li Paytexta Lîbya Tirablusê, êrîş pêk hat û hat gotin ku 60 mûşek avêtine balafirxaneyê.

Rêveberê rênîşandana manewî yê Artêşa Wetenî ya Lîbî Khaled Al Mahjoub ragihand ku di encama êrîşê de, 15 leşkerên dewleta tirk hatine kuştin.

Al Mahjoub diyar kir ku Artêşa Wetenî ya Lîbî du radarên baregeke leşkerî yên dewleta tirk di Balafirxaneyê de rûxandine.

Her wiha hat zanîn ku hêzên artêşa Lîbî li dijî gelek navendên li Tirablusê êrîş pêk anîn.

Back to top button