Aboriya Tirkiyê bi gurbûna şerê li Idlibê re, nirxê lîreya Tirkî yekser daket

Piştî kuştina jimarek ji leşkerên Tirkiyê li Idlibê Nirxê lîreya Tirkiyê li gorî 17 mehên dawî daket asta herî kêm, Her wiha hemû pişikên Tirkî li Borsaya Istenbolê heta rojekê hatin qedexekirin.

Lîreya Tirkiyê bi qasî 0.65 ji sedî li gorî nirxê wê yê duh daketiye. Zerara vê yekê jî ji destpêka salê ve derdora 5 ji sedî ye .

Bi vê re jî lîreya Tirkiyê digihêje rêjeya herî kêm ji Êlûna 2018 ve .

Komîteya sarma ya li Tirkiyê jî firotina hemû pişikên li Borsaya Istenbolê heta rojekê qedexe kirin.

Back to top button