Kongra Star: Dewleta Tirk berpirsê her xeteriyek li ser Ocalan e

Koordînasyona Kongreya Star di daxuyaniya xwe de şewata li daristana Girava Îmraliyê weke komoloyeke nû bi nav kir.

Kongra Star bang li tevahiya aliyên navneteweyî kir ku derbarê rewşa Ocalan de bi erkê xwe rabin û li gorî berpirsiyariya xwe tevbigerin.

Koordînasyona Kongreya Star derbarê şewata li daristana Girava Imraliyê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku dewleta Tirk ku berpirsa her xeteriyekê li ser jiyana Rêber Ocalan e û got:

Divê tevahî saziyên magê mirovan, CPT û aliyên karûbarên girtiyan erkê xwer bi cih bînin û zextê li hikumeta AKP – MHP’ê bikin da ku rewşa rêber Ocalan eşkere bikin.

Eger erkên xwe yên hiqûqî û mirovî bicih neyînin, ev tê wataya ku ew jî şirîkê komployeke nû li dijî gelê herêmê ne.

kongra Star: Ev şewat komloyek nû ye

Kongra Star şewata li daristana Îmralioyê weke komoloyeke nû bi nav kir û diyar kir ku dewleta tirk di şexsê Ocalan de dixwaze carek din destkeftiyên gelê herêmê têk bibe.

kongra Star: Divê jin serî hildin û têkoşînê bilind bikin

Koordînasyona Kongreya Star di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew ê berpirsyariyê xwe ya dîrokî li hemeber Rêberê Ocalan pêk bînin û ev bang kir:

“Em bang li tevahiya gelan dikin di serî de jin serî hildin û têkoşînê bilind bikin heya Rêber ocalan azad bibe.”

Back to top button