Erdogan li kuştina 33 leşkerên xwe mukur hat

Tenê rojek maye ku dema Erdogan daye rejîma Sûrî bi dawî dibe..Dewleta Tirk serê mehekê ye gefa êrîşeke leşkerî li rejîmê dixwe, eger rejîm ji paş nuqteyên wê yên li Idlibê venekişe. Ji aliyê xwe ve, rejîm li herêmê bi pêş ket û êrîşên xwe li dijî Tirkiye û çeteyên wê dewam kirin. Di êrîşa herî dawî de jî, jimareke mezin a leşkerên Tirk hat kuştin, ji bo vê jî Erdogan kete tevgerê û bûyer danî ser maseya NATOyê. 

Êrîşa duh, rê li ber derketina Erdogan ji çirava Idlibê digire..

Piştî hewldanên Erdogan ku her dixwest agirbest li Idlibê pêk were, lê Rûsya xwe bêdeng dikir û digot ew ne vala ye bi Erdogan re rûnê.

Di êrîşeke asmanî ya rejîma Sûrî li ser devera navbera el-Bara û Bilyon, herî kêm weke hate ragihandin, zêdetirî 30 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Erdogan, li dijî Rûsya berê xwe da NATO’yê

Ev yek hişt, Erdogan ranezê û civîneke awarte li dar bixe..

Rûsya xwe weke berpirs nedît, lê Amerîka xwe da pişta dewleta Tirk û ya dawî jî berê xwe da NATO li dijî Rûsyayê.

Li ser daxwaza wê jî, îro NATO civîneke awarte ji bo Idlibê li dar dixe.

Lê hate zanîn, wê berjewendiyên Tirkiyê pêk neyên, ji ber tê gotin wê civîn li gorî bendê 4an, ne ya 5an pêk were.

Li gorî benda 4an, welatên endam dikarin daxwaza danûstandinan bikin, eger gef li ewlehiya wan ya herêmî û siyasî hate xwarin.

Benda 5an jî dibêje: Eger ti êrîş li ser çi welatekî endam pêk were, weke êrîşa li ser hemû welatên endam e û divê welatên din desteka leşkerî bidin.

Vê sibê jî weke gefeke nû li dijî welatên Ewropayê, dewleta Tirk bi bihaneya êrîşa duh, bi awayekî fermî penaberên Sûrî dersînor kirin.

Duh bi dehan leşkerên kuştî û birîndar derbasî wîlayeta Hatayî a Tirkiyê bûn û ambulans heya vê sibê ranewestiyan.

Hat ragihandin ku medyaya civakî jî hat astengkirin û li gorî daneyên saziya NetBlocks.org, Twîtter li gelemperiya Tirkiyê hat qutkirin.

Der barê bûyerê de, rejîma Sûrî ti daxuyanî neda û îro bi piştevaniya asmanî ya Rûsyayê, êrîşên xwe li ser derdora devera Cebel el-Zawiyê ya li Idlibê dewam kirin.

Back to top button