Tirkiye: Ji bo koçber derbasî Ewropa bibin derî vekirîne

Piştî leşkerên dewleta tirk li Idlibê hatin kuştin, dewletê carek din serî li rêbaza derî vekirina ji bo penaberan da. Penaberên vê banga derî vekirinê bihîstin herikîn deriyên sînor ê Yewnanîstanê. Yewnanîstan jî ji aliyê xwe ve tedbîrên ewlehiyê zêde kirin. Yekîtiya Ewropa jî ser daxuyaniyên tirkiyê ragihand ku, Enqerê ji wan re gotiye wan derî venekirine.

Bi gurbuna şerê li Idlbê û tengvabûna dewleta tirkiyê re, careke din Erdogan gefa koçberan xwar.

Tirkiye ya ku bi rêya siyasetê tengav bû ji bo NATO’yê bixe tevgerê dîsa tekane kaxeza di destê xwe de ya vekirina derî li ber Koçberan û derbasbûna wan ji bo Ewropayê dileyîze.

Rayedarên Tirkiyê eşkere kirin ku ew deriyên xwe yên sînor vedikin.

Ajansa Nûçeyan a Reutersê bi nûçeya xwe ku dispêre rayedarek Tirkiyê ragihand ku wê rê li ber çûyîna koçberan neyê girtin û ji bo vê yek jî hêzên li ser sînor hatine agehdarkirin.

Beşek ji koçberên ku li bajarên wek Stenbol, Edîrne, Çanakkale û Îzmîrê ji bo derbas bibin herikîn sînorê Yewnanîstanê.

Hat ragihandin ku Yewnanîstan jî ji aliyê xwe ve tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.

Hat gotin gelek penaber jî ji bo bi rêya deryayî derbas bibin çûn qeraxên deryaya Egeyê.

Li hemberî vê yekê Yekîtiya Ewropa jî ketiye nava tevgerê.

YE: LI SER MIJARA KOÇBERA TI GUHERTIN NÎNE

Berdevkê Komisyona Ewropa Peter Stano diyar kir ku dinavbera peyamnên Ewropa-Tirkiye yên koçberan de ti guhertin çênebûne û wan ev yek jî raste rast bi tirkiyê re nîqaş kirine.

Peter Stano pirsa gelo dewleta tirk li gorî peymana Ewropa-Tirkiye tevnegere wê çi bibe, bê bersiv hişt.

Stano daxuyakirin ku divê tirkiye li gorî peymana 2016’an ku ji bo koçberan hatiye mohrkirin tevbigere.

“TIRKIYE DIVÊ BERPIRSYARIYÊN XWE BICIH BINE”

Berpirsê têkliyên derve yê YE Josep Borrell jî bi peyamekê li ser hesabê xwe yê medyaya civaîk wiha got:

YE ji bo berjewendiyên xwe biparêze wê hemû tedbîrên pêwist bigre.

Bi hemû aliyên peywendîdar yên li herêmê re dinava têkliyan de ne.

YE 18 Adara 2016’an têkildarî koçberên li tirkiyê peymanek bi tirkiyê re imza kir.

Û divê çarçoveyê de YE ji bo van koçberan wê 6 milyar euro bide tirkiye û heta niha 3.2 milyar jî daye.

Back to top button