Hêzên Îranê êrîşî Kolberan kir, 2 Kolber birîndar bûn

Li Îranê ji ber kirîza aborî û hejariyê gelek kes neçar dimînin, kolberiyê bikin. Ev debara jiyanê ya kolberiya zehmet di hedefa rejîma Îranê de ye. Herî dawî rejîma Îranê li parêzgeha Sîstan û Beluçîstanê êrîşê komek kolber kirin û 2 kolber birîndar kirin.

Li Îran û bi taybet Rojhilatê Kurdistanê ji ber krîza aborî, bê karî û hejariyê gelek kes neçar dimînin ji bo debara jiyanê û peydakirina pariyek nan ji zarokên xwe re, kolberiyê bikin.

Kolberî ji aliyê mêr û heta jinan ve jî tê kirin.

Her çiqas ev kar zehmet û xeter e jî, lê karek din tine ye ku ev kolber bikin û pê zarokên xwe xwedî bikin.

Rejîma Îranê li gel ku rewşa aborî ya welatiyan baş nake jî, êrîşên xwe yên li dijî van kolberan dewam dike.

Li gorî nûçeya Kolber Newsê, hêzên rejîma Îranê herî dawî li parêzgeha Sîstan û Beluçistanê yên dikevin Rojhilatê Îranê, êrîşî komeke kolberên Beluçî kirine.

Heman çavkaniyê da zanîn ku di encama êrişê de 2 kolber birîndar bûne.

Li gorî dîmenên hatine belavkirin, kolberên birîndar ji aliyê xelkê sivîl ve ji bo nexweşxaneyê, têne rakirin.

Di nava meha Sibatê de gelek bûyerên mirina kolberan pêk hatin.

1’ê Sibatê li zozanên Serşîw ên bajarê Seqiz nêzî 23 kolber ji ber berf û bagerê winda bûbû.

Kolberên wendayî di encama lêgerîna xelkê de hatin dîtin û rizgarkirin. Lê kolberekî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Îranê di 16’ê Sibatê li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, êrîşê komek kolber kirin.

Di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da û 9 jî birîndar bûn.

Her wiha li herêma sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de kolberek ji girê Tete ya Hewremanê kete xwarê û piştî birîndarbûnê jiyana xwe ji dest da.

Back to top button