Li Idlibê bêhtirî 30 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Duh di êrîşeke rejîma Sûrî li ser nuqteyeke dewleta Tirk, bêhtirî 30 leşkerên dewleta hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Piştî êrîşê, serokkomarê Tirkiyê Erdogan berê xwe da NATOyê û daxwaza piştevaniyê kir.

Lê NATOyê teqez kir ku piştevanî wê tenê di çarçoveya bihêzkirina Parastina Esmanî ya Tirkiyê be.

Hemwextî civînên Rûsya û Tirkiyê der barê Idlibê de, tenê di êrîşeke li Idlibê de bêhtirî 30 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.

Di êrîşeke asmanî ya rejîma Sûrî li ser devera navbera el-Bara û Bilyon, herî kêm weke hate ragihandin, zêdetirî 30 leşkerên Tirk hatin kuştin.

ERDOGAN, LI DIJÎ RÛSYA BERÊ XWE DA NATO’YÊ

Ev yek hişt, Erdogan raneze û civîneke awarte li dar bixe..

Rûsya xwe weke berpirs nedît, lê Amerîka xwe da pişta dewleta Tirk û ya dawî jî berê xwe da NATO li dijî Rûsyayê.

Li ser daxwaza wê jî, îro NATO civîneke awarte ji bo Idlibê li dar xist.

NATO: EM Ê TENÊ PARASTINA ESMANÎ LI TIRKIYÊ BI HÊZ BIKIN

Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg  piştî civînê, di kongreyeke çapemeniyê de daxwaza ji rejîm û Rûsyayê kir ku şer rawestîne û banga agirbestekê kir.

Stoltenberg bal kişande ser piştevaniya bi dewleta Tirk re û tekez kir ku NATO’yê dê tenê piştevaniya dewleta Tirk bi parastina asîmanî ya Tirkiyê be.

LIXEMBOURG: NE JI MAFÊ TIRKIYÊ YE DAXWAZA BICIHANÎNA MADEYA 5’AN BIKE

Wezîrê karên derve yê Luxembourgê Jean Asselborn îro piştrast kir ku ji ber ti şêwir derbarê êrîşên xwe yên li Idlibê de nekirine, ne ji mafê Tirkiyê ye ku daxwazê li ser xebata madeya 5’an a NATO’yê bike.

DEWLETA TIRK DÎSAN KAXEZA PENABERAN LI BA KIR

Vê sibê jî weke gefeke kevne-nû li dijî welatên Ewropayê, dewleta Tirk bi bihaneya êrîşa duh, bi awayekî fermî penaberên Sûrî dersînor kirin.

Duh bi dehan leşkerên kuştî û birîndar derbasî wîlayeta Hatayî a Tirkiyê bûn û ambulans heya vê sibê ranewestiyan.

Hat ragihandin ku medyaya civakî jî hat astengkirin.

Back to top button