‘BI DEMÎRTAŞ Û GUVEN RE DIVÊ HEMÛ DÎLÊN SIYASÎ BÊN BERDAN’

Piştgiriya bi çalakiya Leyla Guven a ku li dijî tecrîda Rêber Ocalan destpêkirî her ku diçe xurtir dibe.

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bi biryara xwe dereng maye û got:

Bi Demîrtaş û Guven re divê hemû dîlên siyasî bên berdan.

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu diyar kir ku ji bo pêşiya demokrasiyê vebibe çalakiya Leyla Guven çirûskek e.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCDe û Parlamentera HDP a li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di roja 21’emîn de dewam dike.

Piştgirî û destekdayîna bi çalakiyê re jî her ku diçe xurtir dibe.

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyî-gît, biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya ji bo berdana Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven nirxand.

Koçyîgît anî ziman, biryara DMME’yê ya ji bo Selahattîn Demîrtaş biryarek derengmayî ye û got,

Divê bi Demîrtaş re hemû dîlên siyasî serbest bên berdan.

Koçyîgît li ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven jî wiha anî ziman:

Leyla Guven ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Birêz Ocalan dest bi grevê kir.

Li Îmraliyê tecrîda di nava tecrîdê de heye.

Divê em xwedî li çalakiya Leyla Guven derbikevin.

Koçyîgît diyar kir, divê li hemberî tecrîdê her kes serî hilde û wiha domnd:

“Divê em vê berpirsyariyê tenê li ser milê Guven nehêlin û em li dijî ne hiqûqî û bê mafiyê derkevin û xwedî li çalakiya Guven derkevin.

Tecrîd li dijî tevahiya Rojhilata Navîn e.

‘DIVÊ ÇIRÛSKA LEYLA GUVEN PÊXISTÎ BERFIREH BIBE’

Her wiha Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî li ser çalakiya Leyla Guven axivî.

Ayşe Surucu diyar kir ku ji bo pêşiya demokrasiyê vebibe çalakiya Leyla Guven çirûskek e û got:

“Ji bo ev çirûsk geş bibe pêwîst e her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne.”

Leave a Reply

Back to top button